Ji bo rêzefîlmê “The Gangs of New York” dest bi amadehîyan kirin

Fîlmê “The Gangs of New York” ji pirtûka bi heman navê ya wêjekar Herbert Asburyî, ji aliyê derhênerê Martin Scorseseyî ji bo sînemayê hatibû kişandin. Pirtûka “The Gangs of New York” (1927) di salên 1850-1900 de li New Yorka Amerîkayê derbas dibe û qala pevçûnên ku di navbera çeteyên dijber de derketine dike.

Derhênerê navdar û Xelatgirê Oscarê Martin Scorsese vê carê ji bo projeya rêzefîlmê “The Gangs of New York” dest bi amadehîyan kiriye. Derhêner, di projeyê de weke çêkerê rêveber cih digire û du beşên pêşîn ên rêzefîlmê dê ji aliyê Martin Scorsese ve bê kişandin.

Drama HBOyê ya Boardwalk Empire jî bi çêkerîya Scorsese ve hate kişandin ku li ser heman mijarê disekine û Xelata Emmyê girtibû.

Çavkanî: Deadline

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir