Ji bo salvegera 60emîn a “James Bond”ê bernameyeke taybet
Sezona nû ya Kundura Sînemayê di 8ê meha Cotmehê de destpê dike û ji bo salvegera 60emîn a “James Bond”ê bernameyeke taybet amadekirine. Cesûsê yê MI6ê 008 James Bond di sînemayê de 60 saliya xwe pîroz dike ku ji bo salvegera James Bondî dê berhevokeke fîlman a bi navê “Di 60 Saliya xwe de: Bond, James Bond” derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Berhevoka James Bondê di çarçoveya “Klasîkên Restore” de cih digire ku tê de 11 fîlm ji aliyê Stûdyoyên MGMyê ve ji bo sînemahezan hatine restorekirin û dê li Tirkiyeyê cara yekem bêne nîşandayîn.
Fîlmên James Bond ji romanên nivîskar Lan Fleming îlhama xwe girtine û di sala 1962yê de fîlmê “Dr No” cara yekem ji bo sînemayê hatiye kişandin. Heta niha 25 fîlmên James Bond kişandine ku di heman demê de projeya herî demdirêj a dîroka sînemayê ye.
“Di 60 Saliya xwe de: Bond, James Bond” wê di rojên şemî û yekşemê yên mehên Cotmeh û Berfanbarê de bêne nîşandayîn.
Bernameya fîlmên James Bondî:
8ê Cotmeha 2022yê, Şemî | 17:00
Dr. No (1962)
9ê Cotmeha 2022yê, Yekşem | 15:00
From Russia with Love (1963)
15ê Cotmeha 2022yê, Şemî | 17:00
Goldfinger (1964)
16ê Cotmeha 2022yê, Yekşem | 15:00
Thunderball (1965)
23yê Cotmeha 2022yê, Yekşem | 15:00
You Only Live Twice (1967)
29ê Cotmeha 2022yê, Şemî | 17:00
On Her Majesty’s Secret Service (1969)
3yê Berfanbara 2022yê, Şemî | 17:00
Diamonds Are Forever (1971)
4ê Berfanbara 2022yê Aralık, Yekşem | 15:00
Live And Let Die (1973)
10ê Berfanbara 2022yê, Şemî | 17:00
The Man With The Golden Gun (1974)
11ê Berfanbara 2022yê, Yekşem | 15:00
The Spy Who Loved Me (1977)
17ê Berfanbara 2022yê, Şemî | 17:00
Moonraker (1979)
24ê Berfanbara 2022yê, Şemî | 17:00
Dr. No (1962)
25ê Berfanbara 2022yê, Yekşem | 15:00
From Russia with Love (1963)
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com