Ji bo Xelata “Lîstikvana Herî Serketî” navê Cate Blanchettê hate eşkerekirin
Fîlmê derhênerê navdar Tood Fieldî yê “Tár” promîyera xwe ya cîhanê li bernameya 79’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê kiribû ku performansa serlîstikvana fîlmê Cate Blanchettê gelek hate ecibandin. Hate eşkerekirin ku lîstikvana navdar a sînemayê Cate Blanchett bi rola xwe ya “Tár”ê dê li Xelatên Fîlman a Palm Springsê Xelata Lîstikvana Herî Serketî (Xelata Desert Palm) bigire.
Xelatên Fîlman a Palm Springsê dê di 5ê Rêbendana 2023yê de bi merasîmek bê lidarxistin. Li gorî nûçeya malpera Film Hafızasiyê, li Xelatên Fîlman a Palm Springê Xelata Lîstikvana Herî Serketî dê bidin Cate Blanchettê, ji bo Xelata Lîstikvanê Herî Serketî navê Colin Farrellî (bi rola “The Banshees of Inisherin”) û ji bo Xelata Derhênera Herî Serketî (bi fîlmê “Women Talking”) jî navê Sarah Polleyê hatin eşkerekirin.
Fîlm “Tár” ji aliyê derhêner Todd Field ve hatiye kişandin û senaryoyê jî Todd Field bi xwe nivîsîye. Çîroka jiyana yekem şefa orkestrayê ya Almanyayê Lydia Tárê tîne li ber perdeya sînemayê û Lydia Tár di fîlmê de karaktereke pevxistî ye, lê tê texmîn kirin ku fîlmê nû, qala jiyana Eva Brunellî ku yek ji bestekarên mezintir ên dîrokê tê qebûl kirin, dike. Cate Blanchett di fragmana fîlmê de dibêje “Dem, parçeya bingehîn a şîrovekirinê ye.”
“Tár” yek ji fîlmên favorî yên 79emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê bû û têde Lîstikvanên Nina Hoss, Mark Strong, Sophie Kauer, Julian Glover, Noémie Merlant, Allan Corduner ve Sylvia Flote di fîlmê “Tár” de lîstine. Muzîkên fîlmê ji aliyê hunermenda navdar Hildur Guðnadóttir ve hatine afirandin ku hunermend muzîkên fîlmê ‘Joker’ê (2019) çêkiribû û Xelata Oscarê girtibû.
Lîstikvana navdar a sînemayê û xelatgira Oscarê Cate Blanchett bi fîlmên “Carol” û “Truth” ve ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Palm Springsê du caran Xelata Lîstikvana Herî Serketî girtine. Cate Blanchett di jiyana xwe ya sînemayê de heta niha Xelatên Oscar, Gilovera Zêrîn û BAFYAyê wergirtine û herî dawî di fîlmên “Don’t Look Up” û “School For Good And” de lîstibû.
Di beşa Lîstikvana Herî Serketî ya Xelatên Fîlman a Palm Springsê de, heta niha lîstikvanên navdar ên Jessica Chastain, Halle Berry, Sandra Bullock û Olivia Colman jî xelat girtin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com