Ji çar fîlmên nû yên Keremoyî sewyan hatin weşandin
Derhêner û nivîskarê kurd Keremo (Kerem Tekoglû) heta niha gelek belgefîlm û kurtefîlmên bi Kurdî kişandine û gelek pirtûkên wî hatine weşandin. Derhêner, di sala 2022yê de çar projeyên xwe yên nû yên li ser belgefîlm û kurtefîlm qedandine. Ji çar fîlmên nû yên derhêner Keremoyî sewyanên (afîş) ewil hatine parvekirin ku ji van fîlman “Ked”, “Şeva Reş”, “Êşa Ziman” belgefîlm in û “Berxik” jî kurtefîlm e.
Keremo ragihand ku pêvajoyên festîvalan yên kurtefîlm û belgefîlman jî destpê kirine û fîlmên xwe şandine li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê û 15 festîvalên fîlman ên din. Belgefîlma wî ya “Ked” di navbera dîrokên 1-5ê meha Cotmehê de dê li Pêşbirka Belgefîlman a Profesyonelê ya 7emîn Festîvala Belgefîlman a Cîhana Tirk bê nîşandayîn û bûye yek ji fîlmên pêşbazîyê yên festîvalê.*
KED (Sînopsîs)
Hunermendekî ji Bakurê Kurdistanê bi dehan stran û video klibên wî hene ku bi milyonan hatine temaşe kirin. Gelek stranên wî ji aliyê gelek hunermandan ve hatine şîrovekirin û ew jî bi milyonan hatine temaşe kirin. Lê sed mixabin ku ev hunermandê bi nav û deng, nikare xwe bi hunera xwe xwedî bike. Rewşa wî ya darayî pir xirabe. Ji ber vê yekê jî ew li bajarê Stenbolê yê Tirkîyê li kuçe û kolanan kaxiz, karton, naylon, sîşeyên ped, hesin, sifir û hwd hemû tiştên kevin dide hev.
Hunermendekî Kurd eyneya hunera Kurdî li zibildankên metropolên Tirkîyê dide ber rûyê temaşevanan. KED çîroka hunermendekî ku geh di nava zibildankê de tistên kevin dide hev, geh jî li ser dikê ji hezaran insan ra stranan dibêje.
ŞEVA REŞ (Sînopsîs)
Di 12 Berfanbara 1980 i de, li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê 16 kes bi awayekî hovane têne qetilkirin. 9 kes bi zar û zêç xwediyê malê ne. 7 kes jî endamê rêxistineke Bakûrê Kurdistanê bi navê hereketa KAWA ne. Di vê komkujiyê de, jineke (Bihemil) du canî bi navê Nejla Baksî jî tê qetilkirin. Piştî 35 salan Esferekî dewleta Tirkîyê ku bi xwe jî di nav de ye, dibêje me ew kuştin. Armanca me ew bû ku em, bêjin Kurdan xwe bi xwe hev kuştine.
ŞEVA REŞ piştî 40 salan digihîje Heybet Acikgoz ê ku ji wê komkujiyê bi 16 guleyan birîndar dibe lê rizgar dibe. Bûyer ji devê wî tê tomarkirin. Piştre gorên komî yên 3 kesên ku nexuya bûn, bi durustkirina belgefilma ŞEVA REŞ li Nisêbîna Bakurê Kurdistanê têne dîtin.
ÊŞA ZİMAN (Sînopsîs)
Xortekî Kurd li Îranê tê girtin û bi teroristî tê tawanbar kirin. Di zindana Evîn ya Tehranê de bi mehan tê îşkence kirin. Ji bo ku ne axive û zirarê nede kesekî din, biryar dide û bi perçeyekî cama ampûlê zimanê xwe dibire. Bi xwîna zimanê xwe li ser dîwarê zimanê bijî Kurdistan dinivîse.
Çîroka Şanogerekî Kurd yê Bakurê Kurdistanê ye ku piştî îşkenceya salan, ya dewleta Îranê, niha li Stenbola Tirkîyê Simîdan difiroşe.
BERXIK (Sînopsîs)
Li kudera cîhanê şerek hebe, berî hemû kesî zarok dimirin. Destê xwe yê qirêj, ji ser zarokan rakin efendîno.
Çîroka zarokên pênaber, ku di deryayên bi hezaran kîlometre ji warên xwe dûr de dixeniqin.
*Me sînopsîsên kurtefîlm û belgefîlman ji derhêner girtin.
Keremo kî ye?
Keremo (Kerem Tekoglu) di sala 1984 an de li Farqîna Amedê li Gundê Cano tê dinê. Piştî dibistana serete ji pirsgirêkên siyasî yê herêmê, nikare xwendin berdewam bike. Di 15 saliya xwe de, weke pênaber diçe bajarê Stenbolê. Li gelek deveran perwerdeha şanoyê dibîne, piştre li gelek devaran perwedeya şanoyê dide. 3 lîstikên wî yê şanoyê xelata yekemîn girtine. Li bakûr û Tirkiyê di damezrandina 11 saziyên çand û hunerê de cih digire.
Li gelek qenalên televîzyonên Kurdî, gelek bername çêdike û pêşkêşvaniya wan dike. Hinekan bixwe, hinekan jî di amadekrina wan de cih digire. Derhêneriya dublaja gelek sînemayên dunyayî dike û vedigerîne Kurdî. Di gelek radyoyên Kurdî de bernameyên helbest û danasina navdarên Kurd çêdike. Nivîs û helbestên wî di gelek kovar, rojname, û malperên kurdî de hatine weşandin.
Rêzepirtûkên Keremoyî yên bi navê “Çîrokên Gulê” (Ji Weşanên J&J) di sala 2021ê de hatibû weşandin, bi awayekî şanoyî hatine nivîsîn ku ji 20 pirtûkên zarokan yên ku ji serboriyên GULê pêk tê. Pirtûkên zarokan ên “Çîrokên Gulê” ji bo perwerdeya zarokan, bi Kurdî-Kurmancî û Kurdî-Kirmanckî (Zazakî) hatine amadekirin.
Belgefimên wî: “Dengên Veşarî” (Dengbêjî), “Şûr û qelem” (Hikmet Bozçali), “Şûr û qelem” (Yaşar Kaya),
Şûr û Qelem (İbrahim gurbuz), “Şûr û Qelem” (Damezrandina EnstÎtuya Kurdî ya Stenbolê), “Şûr û Qelem” (Damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya), “Şûr û Qelem” (Damezrandina Weqfa ÎsmaÎl Beşîkçî), “Radyo Jiyan û 11 Ziman”, “Qulingê Birîndar” (Seyadê Şamê), “Dîno” (Asaf koçak), “HUMANİST” (Jiyana ŞEVKET EPOZDEMİR), “Şeva Reş” (1980 Qetliama Qamişlo, (Endamên Rêxistina Tevgera Kawa), “Êşa Ziman, Agirî” (Agirî, Xoybûn, Gelyê zîlan), “Ked”
Kurtefilmên wî: “Birçî”, “Berxika min”, “Wijdan”
Pirtûkên wî: “Êş û Evîn” (helbest), “Kurdî Tirkî Ferhega Hiqûqî”, “Rêzepirtûk, Çîrokên Gulê” (20 pirtûk)
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com