Ji derhêner Alî Kemal Çinarî kurtefîlmekî nû
Derhênerê navdar ê kurd Alî Kemal Çinar, di van rojên karantînaya Coronayê de, li mala xwe kurtefîlmekî nû ya bi navê “Dilop”ê kişand û li ser Youtubeê ji bo sînemahezan weşand.
Derhênerê kurd Alî Kemal Çinar, bi fîlmên xwe yên wekî “Veşartî”, “Gênco” û “Di Navberê de” tê naskirin û li gelek festîvalên fîlman xelat hilgirtin. Derhêner Çinar, di pêvajoya şewba Coronayê de, di mala xwe de, kurtefîlmekî bi kurdî “Dilop” (Damla, Drop) kişand û ji bo temaşevanên sînemayê li ser Youtubeê û bêpere weşand. Derhêner vê kurtefîlma xwe jî wekî fîlmên din bi malbata xwe kişandiye û “Dilop” qala çîroka jinûmêrek ku ji ber derdê debarê ketine tengasiyê, dike.
Nihayet DILOP filmimizi paylaşabiliyoruz. Bu ekiple üç ay süresince uğraştığımız bir film oldu, umarım seversiniz. İyi seyirler! 🌈🦋
DILOP/Damla/Drop – 2020 https://t.co/1wA1rAGSXT pic.twitter.com/0W9662ibRm
— Ali Kemal Çınar (@akcfilm) May 21, 2020
Sînemavanê biserketî û xelatgir Alî Kemal Çinar, di rojên borî de lînkên fîlmên xwe yên “Gênco” û Di Navberê de” ji bo demekê vekiribû.
Derhêner Alî Kemal Çinar, di dîroka 25’ê Avrêlê de li ser hesabê xwe ya Twittirê eşkere kiribû ku, di pêvajoya karantînayê de, dê kurtefîlm û rêzefîlman bikişîne û van fîlmên xwe, dê li ser Youtubeê biweşîne.
Derhênerê xelatgir ê kurd Alî Kemal Çinar bi fîlmên dirêj ên xwe yên; “Kurte Film” (2013), “Veşartî” (2015), “Gênco” (2017), “Navber” ve tê naskirin. Derhêner Çinar belgefîlmeke bi navê “Bajar” (2010) û gelek kurtefîlman kişandine û li festîvalan fîlman xelat standine. Fîlmê metraj dirêj a dawî ya bi navê “Di Navberê de” (2018) ya Alî Kemal Çinarî, ji bo temaşevanên sînemayê, li ser kanala Youtubeê hatibû weşandin û fîlm, li bernameya 38’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê, di beşa berhevoka derveyî pêşbirkê de hatibû nîşandan.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com