Ji derhêner Barry Jenkinsî ji bo temaşevanan lîsteyeke fîlman
Derhênerê navdar ê Amerîkayî Barry Jenkins bi fîlmên xwe yên xelatgirtî yên bi navê; “Moonlight” û “If Beale Street Could Talk” ve tê naskirin. Derhêner Jenkins ji bo malpera The Atlantic lîsteyeke fîlman amadekiriye ku tê de 8 fîlmên sînemayê pêşniyarî li temaşevanan kirine.
Derhênerê navdar ê Barry Jenkins xelatgirê Oscarê ye û li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Moonlight” (2016) û “If Beale Street Could Talk” (2018) ve tê naskirin. Derhêner di van rojên şewba coronayê de, bo temaşevanên sînemayê digel nivîsên danasînê lîsteyeke fîlman amadekiriye û lîsteya fîlman li ser malpera The Atlanticê hatiye weşandin. Di nava lîsteya derhênerê de, fîlmên “Stalker” (der: Anderî Tarkovsky) û “Solaris” (der: Steven Soderbergh) jî cih digirin. Fîlmê dawî yê derhêner Barry Jenkinsî, dê di meha Gelawêja 2020’ê de bi navê “Charm City Kings” bikeve vîzyonê.
Li gorî Barry Jenkinsî 8 fîlmên ku temaşevan dikarin di Karantînayê de temaşe bikin:
Mid-August Lunch – Gianni Di Gregorio (2008)
Selah and The Spades – Tayarisha Poe (2019)
Solaris – Steven Soderbergh (2002)
Oslo, 31. august – Joachim Trier (2011)
The Company – Robert Altman (2003)
Train to Busan – Sang-ho Yeon (2016)
Stalker – Andrei Tarkovsky (1979)
Never Rarely Sometimes Always – Eliza Hittman (2020)
Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com