Ji derhêner David Fincherî fîlmekî nû

Derhênerê navdar David Fincher, li ser fîlmekî nû ya bi navê “Mank”ê dixebite û fîlm, dê di meha Cotmehê de li ser Netflixê bê nîşandayîn.

Li gorî nûçeya ku di malpera sînemayê The Film Stage’yê hatiye weşandin derhênerê navdar ê Amerîkî David Fincher piştî 6 salan dest bi projeyeke nû kiriye û li ser fîlmekî nû ya ni navê “Mank”ê dixebite. Fîlmê nû wê li ser çîroka jiyana jînenîgeriya senarîstê navdar Herman J. Mankiewicz bê kişandin û dê di meha Cotmeha 2020’ê de li platfotma Netflixê derbikeve li pêşberî sînemahezan. Senaryoya fîlmê “Mank”ê ji aliyê bavê derhênerê yê Jack Fincher ve hatibû nivîsîn. Jack Fincher di sala 2003’yê de jiyana xwe ji dest da bû.

Senarîstê navdar Herman J. Mankiewicz senaryoyên gelek fîlmên klasîk ên wekî; “Citizen Kane”ê (1941), “It’s a Wonderful World” (1939), “Gentlemen PreferBlondes (1953) nivîsandine.

Di fîlmê “Mank”ê de, Gary Oldman, Tom Burke û Amanda Seyfried jî cih digirin. Çêkerê fîlmê Eric Roth ragihand ku fîlm dê di meha Cotmehê de li ser platforma Netflixê derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê ku dê bi konsepta salên 30an û wekî fîlmên reş-spî bê kişandin.

Derhênerê navdar David Fincher li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Fight Club” (1999), “Alien 3” (1992), “Se7en” (1995), “The Game” (1997), “Zodiac” (2007), “The Curious Case of Benjamin Button” (2008), “Social Network” (2010), “Gone Girl” (2011) ve tê naskirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: