Ji derhêner Kadîr Emanî lîsteyeke fîlman
Sînemavanê ciwan ê kurd Kadîr Eman di van rojên coronayî de, ji navbera gelek fîlmên ku wî temaşekiriye, lîsteyeke fîlman amade kir. Derhêner, di rojên dawî de 10 fîlmên ku gelek ecibandiye eşkerekirin û bi riya malpera me ya Sînemaya Serbixwe, ji bo temaşevanên sînemayê parve dike.
Derhênerê ciwan Kadîr Eman bi kurtefîlmên xwe yên bi navê; “Baskên Şikestî” (2017) û “Navber” (2019) ve tê naskirin û fîlmên wî li çarçoveya bernameya gelek festîvalan fîlman hate nîşandan û xelat girtin. Derhêner di gelek fîlman de derhêneriya dîmenê kiriye û xebatên xwe yên sînemayê didomîne.
Ji bo agahî: http://www.kameraarkasi.org/yonetmenler/kadireman.html
Lîsteya derhêner Kadîr Emanî:
1. A Woman Under the Influence (der: John Cassavetes, 1974)
2. Pandora’nın Kutusu (Yeşîm Ustaoglû, 2009)
3. Chinatown (der: Roman Polanskî, 1974)
4. Jodaeiye Nader az Simin (der: Asghar Farhadî, 2011)
5. La Fille Inconnue, The Unknown Girl (der: Jean-Pierre û Luc Dardenne / Birayên Dardenne, 2016)
6. The Passenger (der: Michelangelo Antonioni, 1975)
7. Såsom I En Spegel (der: Ingmar Bergman, 1961)
8. La femme du Vème (der: Paweł Pawlikowski, 2011)
9. Welcome (der: Philippe Lioret, 2009)
10. Nun va Goldoon? (der: Muhsîn Mahmelbaf, 1996)
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com