Ji derhêner û senarîstê kurd Sabahattîn Çelîk “Şîroveyên fîlman”
Derhêner û senarîstê kurd Sabahattîn Çelîk, şîroveyên fîlman ên bi Kurdî amade dike û li ser hesabê xwe yê Youtubeê diweşîne. Çelîk, heta niha 5 vîdyoyên li ser fîlmên sînemaya cîhanê amade kirine.
Sabahattîn Çelîk, heta niha ji kanala xwe ya Youtubeê vîdyoyên şîrove yên li ser fîlmên “Amélie” (2001), “Cast Away” (2000), “Inception” (2010) û herî dawî jî şîroveyek li ser fîlmê “Taxi Drive” (1976) weşandine. Derhêner, di yekem vîdyoya şîroveya xwe de li ser fîlmê derhênerê navdar ê sînemayê Abbas Kîarostamî yê “Khane-ye Doust Kodjast?” (1987) bi Tirkî axivîbû. Çelik, vîdyoyên şîrove yên li ser fîlmên sînemayê bi kalîteya 4Kyê diweşîne.
Sinemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com