Ji “Expats”ê wêneyên ewil hatin weşandin

Rêzefîlmê platforma dîjîtal a Prime Videoyê yê “Expats” (The Expatriates) ji alîyê Lulu Wang ve hate kêşandin ku cara yekem îşev li bernameya 48emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê derdikeve li pêşberî temeşevanan. Ji rêzefîlmê wêneyên ewil hatin weşandin.

“Expats” bi derhênerîya Alice Bellê hate kêşandin û senaryoya rêzefîlmê Lulu Wang nivîsîye. Rêzefîlm, ji romana Janice Y. K. Leeyê ya bi navê “The Expatriates” ji bo platforma Prime Videoyê hate afirandin, qala çîrokên sê jinan ên li bajarê Hong Kongê dijîn dike ku piştî trajedîyeke malbatê ya ji nişka ve qewimîye, rastî hev tên. Lîstikvana navdar a sînemayê Nicole Kidman, him weke serlîstikvan him jî weke serçêker di rêzefîlmê nû de cî digire.

Lîstikvanên Nicole Kidman, Sarayu Blue (Never Have I Ever), Ji-young Yoo (Moxie), Brian Tee (Chicago Med), Jack Huston (Fargo), Tiana Gowen, Bodhi del Rosario, Valarie Yu, Amelyn Pardenilla ve Ruby Ruiz di rêzefîlmê de dilîzin. “Expats” ji bi tevahî 8 beşan pêk tê û dê di sala 2024ê de bê nîşandayîn. “Expats” cara yekem îşev dê li 48emîn Festîvala Fîlman a Torontoyê derbikeve li pêşberî sînemahezan.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayasebixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir