Ji Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê fîlmê “Metronom” bi ser ket
12’emîn Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê êvara 24’ê mehê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Fîlmê derhêner Aleksandru Belc ê bi navê “Metronom” di warê “Pêşbaziya Mêzîna Zêrîn a Navneteweyî” de wekî fîlmê herî serketî hat hilbijartin. Di warê pêşbaziya kurtebelgefîlm de belgefîlmê derhêner Muhammet Beyazdag “Her şey yolunda” xelata taybet a juriyê girt. Beyazdag got, “Ez xelata xwe diyarî Ceylan Onkolê dikim.”
‘Emê fîlmên her rengî nîşan bidin’
Merasima xelatdayîna festîvalê li CRR’neya Harbiyeya Stebolê li dar ket. Merasima Pinar Altug Atacan û Hakan Bilgin pêşkêşvaniya wê kir de Serokê Festîvalê Prof. Dr. Adem Sozuer axaftina bidawîkirina festîvalê kir û got, “Bêşik li Tirkiyeyê li ser rêya azadiyê gelek tişt hatin kirin, ji bo mafên jinan gelek tişt hatin kirin. Mînak Peymana Stenbolê hat çêkirin. Em sipasiya yên ku ev peyman çêkirin dikin, sipasiya parlementerên ev erê kirin dikin. Destjêberdana Peymana Stenbolê bû sedema gelek pirsgirêkan. Em li ser vê axivîn. Li ser cudakarî û pirsgirêkan gelek fîlm hatin kişandin. Em sipasiya wan jî dikin.”
Sozuer diyar kir ku di festîvalê de gelek reng hebûn û ev yek lê zêde kir, “Kes nikare tu rengî qedexe bike. Rengê edaletê jixwe di tu warî de nikare bê qedexekirin. Li hemberî qedexekirina rengan, di vê festîvalê de emê fîlmê her kesê fîlman dikişînin nîşan bidin û her rengê edaletê ji bo her kesî emê nîşan bidin.”
Di festîvalê de çend pêşbazî hebûn û fîlmên bi ser ketin hatin xelatkirin. Xelata mezin di warê Xelata Mêzîna Zêrîn a Navneteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj bû. Fîlmê derhêner Aleksandru Belc “Metronom” xelata fîlmê herî serketî girt. Juriyê fîlmê Emin Alper “Kurak Gunler” jî bi xelata taybet a juriyê xelat kir.
Xelat diyarî Ceylan Onkolê kir
Derhêner Muhammed Beyazdag ku ji Mûşê ye li wir belgefîlmê bi navê “Her şey yolunda” (Her tişt baş e) kişandibû. Belgefîlm çîroka keçikek 12 salî Aleyna ku dixwaze bixwîne nîşan dide. Juriyê bi xelata taybet ew xelat kir. Beyazdag di dema xelat girtinê de got, “Li gundê Aleyna wekî ku her tişt baş e dixuye, çîroka Aleyna ye, ez vê xelatê diyarî Aleyna û diyarî Ceylan Onkola 12 salî ku dema li ber sewalên xwe bû bi bombeyê hat kuştin dikim.”
Di şevê de ev va berheman Xelata Mêzîna Zêrîn girtin:
Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Navneteweyî:
– Fîlmê Herî SErketî: “Metronom” / Derhêner Aleksandru Belc
– Xelata Taybet a Juriyê: Kurak Gunler / Derhêner Emin Alper
Pêşbaziya Kurtefîlman:
– Kurtefîlmê Herî Serketî: “Birlikte, Yalniz” / Derhêner Kasim Ordek
Pêşbaziya Kurtebelgefîlman:
– Kurtebelgefîlmê Herî Serketî: “Bir Atin Duşu” / Derhêner Marjan Khosravi
– Xelata Taybet a Juriyê: “Her Şey Yolunda” / Muhammet Beyazdag
– Xelata Juriya Xwendekaran: “Hilal, Feza ve Diger Gezegenler” / Derhêner Kutlug Ataman
– Xelata Temaşevanan a Haberturkê: “Kurak Gunler” / Derhêner Emin Alper
Derhêner Muhammet Beyazdag xelata xwe diyarî Ceylan Onkola hatibû kuştin kir.
Çavkanî: Diyarname