Ji fîlmê anîmasyonê “Super Mario Bros.” fragman hate weşandin

Ji fîlmê anîmasyonê “Super Mario Bros.” fragman hate weşandin û tê texmîn kirin ku wê di 6ê meha Avrêla 2023yê de bikeve vîzyonê.

“Super Mario Bros.” ji aliyê Aaron Horvath û Michael Jelenic ve hate kişandin û senaryoya fîlmê jî Matthew Fogel nivîsîye. Lîstikvanên sînemayê Chris Pratt (Mario), Anya Taylor-Joy (Princess Peach), Charlie Day (Luigi), Jack Black (Bowser), Keegan-Michael Key (Toad), Seth Rogen (Donkey Kong), Fred Armisen (Cranky Kong), Kevin Michael (Richardson) Spike Kamek û Sebastian Maniscalco di fîlmê de cih girtine.

Lîstoka “Mario” ji aliyê Shigeru Miyamoto ve hate afirandin û di sala 1985ê de Nintendo ev lîstik xist bazarê. “Mario” qala çîroka Mario û Luigiyî dike ku li Mushroom Kingdomê li dijî mirovê xirab ê Bowser têdikoşîn û Princess Peach rizgar dikin. Lîstika “Mario” di sala 1993ê de ji aliyê Rocky Morton, Annabel Jankel ve weke fîlmekî bi navê “Super Mario Bros.” hate kişandin.

Fîlmê anîmasyonê bi belavkarîya pargîdanîya Universalê dê di 6ê Avrêla sala 2023yê de bikeve vîzyonê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir