Ji fîlmê “Archive”yê fragmana yekem hat

Ji fîlmê pevxistina zanistî ya bi navê “Archive”yê ku ji aliyê derhêner Gavin Rothery ve hatiye kişandin, fragmana yekem hate weşandin ku di fîlmê de lîstikvanên Stacy Martin, Theo James, Toby Jones û Rhona Mitra jî dilîzin.

Li gorî nûçeya ku di malpera The Playlist’ê de cih digire, ji fîlmê pevxistina zanistî ya bi navê “Archive”yê ku ji aliyê derhêner Gavin Rothery ve hatiye kişandin, fragmana yekem hate weşandin û tê de Stacy Martin û Theo James weke serlîstikvanên cih digirin. Derhênerê fîlmê Gavin Rothery karê sêwirîneriya grafîk û konseptê dike ku bi kurtefîlmê xwe yê “The Last Man”ê (2014) re tê naskirin û di gelek leyîstokên vîdyoyê yên wekî Moon ve Battalion Wars, The Lord of the Rings: Aragorn’s Quest’ê de di beşa departmana hunerê de xebitiye.

Stacy Martin yek ji serlîstikvanên fîlmê “Archive”yê ye ku di gelek fîlmên wekî Nymphomaniac, Tale of Tales, High-Rise, The Childhood of a Leader, Joueurs, Vox Lux’ê de lîstine. Serlîstikvanê din ê fîlmê Theo James jî di nava fîlmên rêzeya Divergentê, Underworld: Blood Wars, Golden Boy, The Secret Scripture, Zoe, How It Ends’ê de cih girtine.

Fîlmê pevxistina zanistî “Archive” yekem fîlmê metrajdirêj ê Gavin Rotheryî ye û çîroka wê di sala 2038’ê de diqewime û qala jîrîya çêkirîyê dike.

Fîlm, cara yekem li bernameya Festîvala Fîlman a SXSW’yê de derketiba li pêşberî sînemahezan, lê ji ber vîrusa koronayê nîşandana fîlmê jî hate paş ve xistin. Temaşevanên sînemayê dikarin fîlmê pevxistina zanistî “Archive” di dîroka 10’ê meha Tîrmehê de li ser platformên VOD’ê temaşe bikin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: