Ji fîlmê “Avatar: The Way of Water” fragmaneke nû hat
“Avatar: The Way of Water” (Avatar: Rêya Avê), fîlmê duyem ê rêza “Avatar”ê ye ku weke yek ji projeyên herî girîng ên Disney Studiosê hate afirandin. “Avatar 2” piştî 13 salan wê di dîroka 16ê meha Berfanbara 2022yê de bi kalîteya 3Dyê bikeve vîzyonê û ji fîlmê anîmasyonê fragmaneke nû hate weşandin.
Fîlmê “Avatar: The Way of Water” ji aliyê derhêner, senarîst û çêkerê navdar ê Kenedeyî James Cameronî ve hate kişandin ku senaryoya fîlmê James Cameron, Rick Jaffa, Amanda Silver, Josh Friedman û Shane Salerno bi hev re nivîsîne. Fîlm, bi çêkerîya Jon Landau, David Valdes û Richard Baneham ve hatiye kişandin.
Dîroka vîzyonê ya fîlmê weke 16ê meha Berfanbara sala 2022’yê hate eşkerekirin. Fîlmên nû yên rêzeya Avatar’ê jî dê di mehên Berfanbarên ên salên 2023, 2025 û 2027’ê de li solanên sînemayan bikevin vîzyonê. “Avatar: 2”, piştî bûyerên Avatarê diqewime û çîroka gelê Na’vîyê tîne li ber perdeya sînemayê. Çîroka fîlmê dê me bibe rêwîtiyeke li daristanên pandorayê û ber bi derdorên binê avê û volkanîkê. Di mehên borî de ji filmê nû yê fragman û wêneyên ewil jî parvekiribûn.
Fîlmê yekem ê ‘Avatar’ê di sala 2009ê de derketibû li pêşberî sînemahezan û li seranserê cîhanê bi milyonanan temaşevanên sînemayê ve hatibû temaşe kirin. Fîlm, ji Xelatên Oscarê 3 xelat girtine û di meha Îlona vê salê de li sînemayên cîhanê ji nû ve weke 4Kyê derket li pêşberî sînemahezan.
“Avatar” weke 4 çar fîlman hatiye projekirin û çîrokên her yek jê wan resen û cuda ne. Çêkerê fîlmê Avatar: The Way of Waterê, Jon Landau ragihand ku, rêwîtiyên hemû fîlmên Avatarê dê bi hev ve girêdayî bibe û ew ê bibin beşeke dastaneke mezin. Tê gotin ku fîlmê duyem ji aliyê kalîteya dîtbarî ve balkêş e.
Di fîlmê duyemîn de lîstikvanên wekî; Zoe Saldana, Sam Worthington, CCH Pounder, Cliff Curtis, Jamie Flatters, Britain Dalton, Trinity Bliss, Bailey Bass, Filip Geljo, Duane Evans, Jr. Kate Winslet, Sigourney Weaver, Stephen Lang, Giovanni Ribisi, Joel David Moore, Matt Gerald, Edie Falco, Brendan Cowell û Michelle Yeoh jî cih digirin.
Wekî gelek fîlmên sînemayê, kêşana pêvajoya fîlmê “Avatar: The Way of Water” jî ji ber pandemîya koronayê hatibû bi paş ve xistin û projeya fîlmê li Zelendaya Nû ji nû ve destpê kiribû. Ji ber pandemiyê dîroka vîzyonê ya fîlmê jî sê caran hatibû bi paş ve xistin ku dîroka vîzyonê diyar nebû.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com