Ji fîlmê Bîlal Korkûtî yê “Bîraxane” fragmaneke nû hate weşandin

Fîlmê “Bîraxane” ji aliyê derhêner û şanogerê kurd Bîlal Korkût ve ji helbestên şairê navdar ê kurd Arjen Arî ji bo sînemayê hate kişandin ku ji fîlmê fragmaneke nû li ser twitterê hate parvekirin. Senaryoya fîlmê jî Bîlal Korkût bi xwe nivîsîye.

“Bîraxane” di mekanekê de derbas dibe û qala çîroka amerîkîyekî dike ku gelekî ji helbestên şairê kurd Arjen Arî hez dike, dixwaze wî zêdetir nas bike û ji ber vê yekê tê bajarê helbestvanê. Lîstîkvanên wekî Hisên Hesen, Rowal Navgundî, Hilmi Demîrer, Kemal Ulusay û Yavuz Akkuzu di fîlmê de cih girtine û di rojên borî de ji fîlmê nû afîşa yekem hatibû weşandin.

Di meha Gelawêjê de ji bo pêvajoya post-produksîyonê ya fîlmê “Bîraxane” li ser platforma fongogoyê kampanyaya piştgirîyê hatibû destpê kirin.

Bîlal Korkût kî ye?

Derhêner, senarîst û şanoger kurd Bîlal Korkût di sala 1987ê de li Nisêbîna Mêrdîn ji dayik bû û di 2009ê de ji beşa Mamostetîya Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Derhêner, di sala 2015ê de Li Zanîngeha Artûklûyê di beşa Kurdolojîyê de lîsansa bilind xelas kir. Bîlal Korkût, bi kurtefîlmên xwe yên; “Ez Tusubasa Me” (2016) û “Li Pey Nanê Xwe” (2017) û “Çi Bikim” (2020) ve tê naskirin û fîlmên wî heta niha li bernameya gelek festîvalên fîlman hatin nîşandan û xelat wergirtin. Korkût, lîstikên şanoyê amadekirin û birêvebirin.*

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d