Ji fîlmê “Black Panther: Wakanda Forever” fragmana yekem hate weşandin
Ji fîlmê derhêner û senarîstê Amerîkayî Ryan Cooglerî yê “Black Panther: Wakanda Forever” fragmana yekem hate parvekirin. Senaryoya fîlmê Ryan Coogler û Joe Robert Cole bi hev re nivîsandine ku dewama fîlmê ‘Black Panther’ê ye.
Di fîlmê nû de lîstikvanên wekî Letitia Wright, Lupita Nyong’o, Angela Bassett, Danai Gurira, Martin Freeman cih digirin, û karakterên Ramonda, M’Baku, Okoye, Shuri, piştî mirina T’Challayî (Black Panther) hewla parastina li herêma Wakandayê dikin.
Hate ragihandin ku fîlmê “Black Panther: Wakanda Forever”, dê di dîroka 11ê Mijdara sala 2022yê de bikeve vîzyonê.
Fîlmê yekem ê Black Panterê di sala 2018ê de kete vîzyonê û li seranserê cîhanê 1.34 milyar dolar qezenc kiribû.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com