Ji fîlmê “Bones and All” wêneyên nû hatin weşandin

Ji fîlmê Luca Guadagnino yê “Bones and All” wêneyên nû hatin weşandin. Senaryoyê fîlmê David Kajganich nivîsîye û tê de lîstikvanên Timothée Chalamet, Taylor Russell û Michael Stuhlbarg weke serlîstikvan cih girtine.

Fîlmê “Bones and All” ji romana Camille DeAngelisê ya bi navê ‘Bones & All’ ji bo sînemayê hate kişandin ku çîroka evîna Maren û Leeyî tîne li ber perdeya sînemayê û rewşa civakî nîşan dide.

Fîlm, dê promîyera xwe ya cîhanê li bernameya 79emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê bike û wê di nava fîlmên pêşbazîyê de bê nîşandayîn.

Fîlmê “Bones and All” wê li Îtalyayê ji aliyê pargîdanîya Vision Distribution ve û di plaforma Navneteweyî dejî ji aliyê pargîdanîya MGMyê (li Navneteweyî) ve bêne belavkirin.

Çavkanî: Variety

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: