Ji fîlmê “Cadi Uçlemesi” yekem fragman hate weşandin
Ji fîlmê “Cadi Uçlemesi 13+” ya Derhêner Ceylan Ozgun Ozçelîk’ê yekem fragman hate weşandin. Kurtefîlmên “Sêbareya Cazî” yên Ceylan Ozgun Ozçelîk’ê qala çîrokên keç û jinên ku bi tundê re rûbirû mayîne ve dikin. Yekem fîlmê rêza “Sêbareya Cazî”yê kurtfefîlmê “Cadi Uçlemesi 13+” ye.”Cadi Uçlemesi 13+” qala kabûs û xewnên keçeke re dike û bi cureya tirs-dram, weke planeke û bê dîyalog hatiye kişandin.
“Cadi Uçlemesi 13+” wê di meha Kewçerê de li 52’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Fantastîk a SITGES’ê, li Festîvala Fîlman a Ayvalik ya Başka Sînemayê û li FîlmEkîmî de bêne nîşandayîn.
Çîroka kurtefîlmê bi navê “Cadi Uçlemesi 15+”yê li ser xeyal û birînên jinan ên li girtîgehan e û weke belgefîlmek ezmûnî hatiye kişandin. “Cadi Uçlemesi 18+” kurtefîlmê dawî yê “Sêbareya Cazî” ye ku dê qala jiyanên sê nifşên jinên ên malbateke bike û dê bi cureya fantastîk/komedîya reş ve weke metrajdirêj bê kişandin.
Derhênera sînemayê Ceylan Ozgun Ozçelîk bi fîlmên xwe yên; “Kaygı” (2017), “7 Yüz” ve tê naskirin.
Çavkanî: Gazetekarinca.com
Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com