Ji fîlmê Christopher Nolanî yê “Oppenheimer” sewyana yekem hate weşandin
Ji fîlmê derhênerê navdar Christopher Nolanî yê bi navê “Oppenheimer” sewyana (afîş) yekem hate weşandin û hate ragihandin fîlmê nû wê di 21ê Tîrmeha 2023yê de bikeve vîzyonê. Senaryoya fîlmê Christopher Nolan bi xwe nivîsîye.
“Oppenheimer” li ser jiyana fîzîkvanê Amerîkayî Julius Robert Oppenheimerî disekine û li salên Şerê Cîhanê yê Duyem diqewime. Di fîlmê de lîstikvanên wekî; Cillian Murphy, Robert Downey Jr., Matt Damon, Emily Blunt, Florence Pugh, Rami Malek, Benny Safdie, Josh Hartnett, Kenneth Branagh, Jack Quaid, Gary Oldman dilîzin.
Fîlmê “Oppenheimer” dê di dîroka 21ê Tîrmeha sala 2023yê de bikeve vîzyonê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com