Ji fîlmê Coronayê fragmana yekem hat

Li ser nesaxiya vîrusa koronayê cara yekem bi navê “Corona” fîlmekî dirêj hate kişandin û ji fîlmê fragmana yekem weşandin.

Virûsa koronayê ji dawiya sala 2019’ê bi vir de bandorê li cîhanê dike. Ji ber nesaxîya Coronayê li seranserê cîhanê heta niha bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên ku bi nexweşîya Coronayê ketine gihîştîye bi milyonan kesan. Corona bandor li hemû qadên jiyanê kiriye û gelek fîlmên sînemayê jî hatin taloq kirin.

Li gorî nûçeya ku di rojnameya The Guardianê de cih digire, yekem fîlmê ku qala vîrusa koronayê dike hate kişandin û ji fîlmê fragmana yekem hatiye weşandin.

Fîlmê metrajdirêj ê yekem ku qala nexweşîya vîrusê dike, ji aliyê Mostafa Keshvarî ve hat kişandin. Ji fîlmê “Corona” fragmana yekem hat weşandin û fîlm, qala mirovên ku ji welatên cuda hatine, di dema şewba vîrusa Koronayê de li asansorekê asê mayîne dike. Fîlmê “Corona” di atmosfereke vezelanî de diqewime û bi dirûşmê “Tirs vîrusekî ye” hatiye kişandin.

Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir