Ji fîlmê “Dream Scenario”yê fragmana yekem hate weşandin

Fîlmê Kristoffer Borglî yê “Dream Scenario” bi çêkerîya stûdyoya serbixwe ya fîlman A24ê ve hate kêşandin ku lîstikvanê navdar Nicolas Cage tê de weke serlîstikvan cî digire. Ji fîlmê komedîyê fragmana yekem hate weşandin û dê di meha Mijdarê de bikeve vîzyonê.

Senaryoya “Dream Scenario”yê jî derhêner Kristoffer Borglî bixwe nivîsîye û qala çîroka profesorekî zanîngehê dike. Profesor şevekê dikeve xewnên hemû kesî û dibe kesekî navdar. Lîstikvanên navdar Nicolas Cager, Julianne Nicholson, Michael Cera,Tim Meadows, Dylan Gelula, Dylan Baker û Kate Berlant di fîlmê de lîstine.

“Dream Scenario” bi çêkerîya Ari Aster Nicolas Cage, Lars Knudsen, Tyler Campellone û Jacob Jaffke hatiye kêşandin û ragihandin ku fîlmê dê di 10ê Mijdarê de bikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlm, îsal li 48emîn Festival Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê hate nîşandayîn.

Derhêner Kristoffer Borglî herî dawî bi fîlmê xwe yê bi navê “Sick of Myself” (2022) re derket li pêşberî sînemahezan û eleqeyeke mezin dît.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d