Ji fîlmê “Dune: Part Two”yê posterên nû yên fermî hatin weşandin

Fîlmê derhênerê navdar ê Kenedayî Denis Villeneuve yê “Dune: Part Two” dê di Mijdara 2023yê de biketa vîzyonê, lê dîroka vîzyonê ya fîlmê weke 15ê Adara 2024ê hate guhertin. Posterên nû yên “Dune: Part Two”yê hatin weşandin û di meha Pûşberê de ji fîlmê fragmana duyemîn jî hatibû parvekirin.

Fîlmê duyemîn ê rêzeya “Dune”yê li bajarê Altivoleya Îtalyayê û li Brion Tombê, Budapeştaya Maceristanê hate kêşandin û gelek lîstikvanên navdar ên sînemayê jî tê de lîstine. Senaryoya “Dune: Part Two”yê Jon Spaihts, Denis Villeneuve bi hev re nivîsandine.

Hatibû ragihandin ku lîstikvanên wekî; Timothée Chalamet, Zendaya, Rebecca Ferguson, Josh Brolin, Stellan Skarsgård, Dave Bautista, Javier Bardem, Lady Margot, Florence Pugh, Christopher Walken, Austin Butler û Léa Seydoux jî di fîlmê de lîstine. Fîlmê nû, li ser çîroka aşîtîya Arrakisê disekine û bi cureya pevxistina xanistî ya destanî hatîye afirandin.

“Dune” (2021) ji romana pevxistina zanistî ya wêjekarê navdar Frank Herbetî îlhama xwe digire û tê de lîstikvanên wekî; Timothee Chalamet, Rebecca Ferguson, Zendaya, Josh Brolin, Javier Bardem, Florence Pugh, Austin Butlerû Christopher Walken jî cih digirin.

“Dune: Part Two” bi hevparîya pargîdanîyên Warner Bros. û Legendaryê tê kişandin ku fîlmê dewamê yê “Dune”yê (1984) ye. Fîlmê yekem, di 10 beşan de ji bo Xelatên Oscarê (Akademî) wekî Berendam hatibû nîşandayîn û li seranserê cîhanê 400 milyon dolar qezenc kir.

Derhênerê navdar Denis Villeneuve li cîhanê bi gelek fîlmên xwe yên wekî: “Arrival”, “Blade Runner: 2049”, “Sicario”, “Prisoners”, “Cosmos”, “Incendies”, “Enemy”, “Polytechnique”, “Cleopatra”, “August 32nd on Earth”, “Maelström”, “Dune” (2021) ve tê naskirin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir