Ji fîlmê “Elîf Ana” fragmana yekem hate weşandin

Fîlmê “Elîf Ana” (Dayika Elîf) ji aliyê Semîr Aslanyurek û Kazım Oz ve hatiye kişandin û senaryoya wê Nîhat Behram, Semîr Aslanyûrek û Kazım Oz bi hev re nivîsîne. Ji fîlmê fragmana yekem hate weşandin ku di 9ê meha Berfanbarê de dikeve vîzyonê.

“Elîf Ana” qala çîroka jiyana Elîf Suganê dike ku di sala 1903ê de li Pazarcixa Mereşê ji dayik bûye û bi qenciyên xwe tê naskirin. Fîlm, bi çêkerîya Life is a Movie AG Film Produksiyon, Kazim Çarman, Birayên Alî Hasan-Bîlal Bîlmeç û Okkeş Sevîmlî ve hate kişandin, şanoger Orhan Aydın tê de weke derhênerê giştî yê hunerê cih girt. Muzîkên fîlmê “Elîf Ana” ji aliyê hunermen Erkan Ogur ve hatine bestekirin.

Fîlmê “Elîf Ana” li bajarê Mereşê di mehên zivistan û biharê de hate kişandin û lîstikvanên wekî Alîye Ûzûnataga, Îlyas Salman, Sermîyan Mîdyat, Cezmî Baskin, Fûsun Demîrel, Orhan Aydin, Tûrgay Tanulku, Cansû Fırıncı, Alî Surmeli, Necmettîn Çobanoglû, Riza Sonmez, Mûhlîs Asan, Erdal Ayna, Kazim Çarman, Levent Uzumcu, Hulya Dîken û Eray Turk di fîlmê de lîstine.

Hate ragihandin fîlmê “Elîf Ana” dê di 8ê meha Berfanbarê de li Ewropayê û di 9ê Berfanbarê de li Tirkiyeyê bikeve vîzyonê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir