Ji fîlmê “Elvis”ê fragmana nû hate weşandin

Ji fîlmê “Elvis”ê fragmana nû hate weşandin û ragihandin ku fîlm di hefteya sêyemîn a meha Pûşberê de li sînemayan dikeve vîzyonê.

Ji fîlmê “Elvis”ê fragmana nû hate parvekirin ku fîlm bi cureya muzîkalê hatî kişandin û qala jiyana hunermendê muzîk ê navdar Elvis Presleyî dike. Fîlmê nû ji aliyê derhênerê navdar ê sînemayê Baz Luhrmann ve hatiye kişandin û senaryoya fîlmê jî Sam Bromell, Jeremy Doner û Craig Pearce bi hev re nivîsandine. Di rola Elvîs Presleyî de lîstikvan Auitin Butler dilîze. Di fîlmê de lîstikvanên wekî; Tom Hanks, Olivia DeJonge, Luke Bracey, Dacre Montgomery, Maggie Gyllenhaal, Alton Mason, David Wenham, Yola, Kelvin Harrison Jr., Natasha Bassett, Kodi Smit-McPhee, Gary Clark Jr., Richard Roxburgh jî cih digirin.

Hunermendê muzîkê Elvis Presley di salên 50an, 60an û 70an de li DYA’yê (Amerîka) û li hemû cîhanê bi stranên xwe yên Rock’n Rollê, bi kostûm û performansên xwe yên sehneyê, muzîkvanekî navdar û balkêş bû. Presley bi muzîkên xwe her tim li dijî nîjadperestî û cihêkariyê derket.

Fragmana nû ya fîlmê “Elvis”ê ji kanala Youtubeê ya Warner Bros. Picturesê hate weşandin û ragihandin ku fîlm promiyera xwe ya cîhanê dê li bernameya Festîvala Fîlman a Cannesê bike û piştî promiyerê dê di dîroka 24ê meha Pûşberê de jî bikeve vîzyonê.

Çavkanî: filmhafizasi.com/

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir