Ji fîlmê “Empire of Light” fragman hat

Ji fîlmê derhênerê navdar û xelatgirê Oscarê Sam Mendes yê “Empire of Light” fragman hate weşandin û tê de Olivia Colman, Toby Jones û Colin Firth weke serlîstikvan dilîzin.

Fîlmê “Empire of Light” di destpêka salên 1980an de li bajarokekî qerax ê Îngilistanê diqewime û tê de lîstikvanên wekî; Olivia Colman, Micheal Ward, Tom Brooke, Tanya Moodie, Hannah Onslow, Crystal Clarke, Toby Jones û Colin Firth lîstine. Senaryoya fîlmê Sam Mendes bi xwe nivîsîye.

Hatibû ragihandin ku îsal li Festîvala Fîlman a Torontoyê Xelata Derhêner a Ebertê didin Sam Mendesî. Derhênerê navdar herî dawî di sala 2019ê de bi fîlmê “1917” re derketibû li pêşberî temeşevanên sînemayê. “1917” li Xelatên Akademîyê di 10 beşan de bûbû berendam û Xelatên Sînematografîya Herî Serketî, Miksaja Dengê ya Herî Serketî û Efekta Dîtbarî ya Herî Serketî girtibû.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: