Ji fîlmê “Été 85” fragmaneke nû hat
Ji fîlmê “Été 85” ku li berhevoka 73’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê cih digire, fragmaneke nû hat weşandin. “Été 85” ji aliyê derhêner û senarîstê navdar ê fransiz François Ozon ve hatiye kişandin.
Ji fîlmê “Été 85” (Summer of 85) ku li berhevoka 73’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê cih digire, fragmana hat weşandin. “Été 85” ji aliyê derhêner û senarîstê navdar ê fransiz François Ozon ve hatiye kişandin û qala jiyana ciwanek hemzayendbaz bi navê Alexis re dike û di salê 1985’ê de li Normandîyayê diqewime. Fîlmê nû ya derhêner Ozonî li Frensayê dê di dîroka 14’ê meha Tîrmehê de bikeve vîzyonê û di payîzê de li bernameyên festîvalên fîlman bête nîşandayîn.
Di fîlmê “Été 85” de, lîstikvanên Felix Lefebvre, Benjamin Voisin Valeria Bruni Tedeshi, Philippine Velge û Melvil Poupaud dilîzin.
Yek ji derhênerên herî serketî yên sînemaya Frensayê François Ozon li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Sous le Sable”, “Jeune & Jolie”, “L’amant Double”, “8 Femmes”, “Swimming Pool”, “Dans la maison”, “Frantz” tê naskirin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com