Ji fîlmê “Ferrarî” wêneyên ewil hate weşandin
“Ferrarî” ji aliyê Michael Mann ve tê kişandin û ji fîlmê dîmenên ewil hate weşandin. Lîstikvan Adam Driver di fîlmê de weke serlîstikvan cih digire. Senaryoya fîlmê Troy Kennedy Martin ji pirtûka Brock Yates a bi navê “Enzo Ferrari – The Man and the Machine” nivîsîye.
Fîlmê “Ferrarî” behsa çîroka Mille Migliayî dike ku wî di sala 1957ê de bi otomobîla Ferrarî re ketibû li pêşbazîya 1000 mîlî. Lîstikvanên wekî Penélope Cruz, Shailene Woodley, Patrick Dempsey, Jack O’Connell, Sarah Gadon, Gabriel Leone, Alfonso De Portago jî di fîlmê de dilîzin.
Fîlm li kolanên Îtalyayê tê kişandin û derhênerîya dimenê ya Ferrarî, Erik Messerschmidt dike. Sêwirandina çêkerinê ji aliyê Maria Djurkovic ve tê kirin ku wê bûbû endama Xelatên Oscarê û Sêwîrandina kostûmên fîlmê Ferrarî jî Massimo Cantini Parrînî çêkiriye. Pietro Scalia karê edîtorîya fîlmê hilgirtiye ser milê xwe ku wî du caran Xelatên Oscarê girtine.
Hate eşkerekirin ku fîlmê “Ferrarî” dê di nava sala 2023yê de bikeve vîzyonê.
Çavkanî: Variety
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com