Ji fîlmê “Freud’s Last Session”ê fragmana yekem hate weşandin

Fîlmê Matt Brownî yê “Freud’s Last Session” nîqaşên zanyar Sigmund Freud û nivîskar C.S. Lewisî tîne li ser perdeya spî û ji fîlmê fragmana yekem hate weşandin. Anthony Hopkins û Matthew Goode di fîlmê de weke serlîstikvan lîstine.

Senaryoya fîlmê ji lîstikeke şanoyê ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de derbas dibe ji bo sînemayê hate kêşandin û senaryoya fîlmê Mark St. Germain nivîsandiye. Fîlm, li ser nîqaşên Freud û Lewisî disekine. Sigmund Freud û C.S.Lewis ji bo dîroka zanist û nivîskarî navên girîng in.  Jiyana bingehdêrê zanista psîkanalîzê Sigmund Freudî gelek caran weke fîlm, belgefîlm û rêzefîlm hate weşandin. Nivîskarê navdar C.S. Lewis bi pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîskên Narnîayê” re tê naskirin.

Lîstikvanên wekî Jodi Balfour, Stephen Campbell Moore, Jeremy Northam û Orla Brady jî di fîlmê “Freud’s Last Session”ê de cî girtine û hate ragihandin ku dê di dawîya Berfanbarê de li DYAyê û di destpêka 2023ê de jî li welatên din ên cîhanê bikeve vîzyonê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d