Ji fîlmê “Freud’s Last Session”ê fragmaneke nû hate weşandin

Fîlmê derhêner Matthew Brownî yê  “Freud’s Last Session” qala demên dawî yên psîkanalîstê navdar û yek ji rewşenbîrên herî girîng ê sedsala 20ê Sigmund Freudî dike ku ji lîstika şanoyê ya Mark St. Germainî ji bo perdeya sînemayê hate kêşandin. Lîstikvanê hoste Anthony Hopkins bi rola Sigmund Freudî û Matthew Good jî bi rola nivîskar C.S Lewisî di fîlmê de cî digirin û ji fîlmê fragmaneke nû hate weşandin.

Senaryoya “Freud’s Last Session”ê Mark St. Germain nivîsîye û ji axaftinên Sigmund Freud û Matthew Goodî pêk tê. Freud, ji Vîyanayê diçe Londonê, ew û C.S Lewis hev nas dikin.

Lîstikvanên wekî Liv Lisa Fries, Jodi Balfour,, Pádraic Delaney, Stephen Campbell Moore, Jeremy Northam û Orla Brady jî di fîlmê de lîstine. “Freud’s Last Session” bi çêkerîya Alan Greisman, Rick Nicita, Meg Thomson û Hannah Leader ve û bi çêkerîya hevpar a Aiofe O’Sullivan û Tristan Orpen ve hate kêşandin. Hate ragihandin ku fîlmê nû dê di 22yê Berfanbarê de bikeve vîzyonê.

Fîlmên “The Secret Passion” (1962), “The Seven-Per-Cent Solution” (1976), “Lovesick” (1983), “A Dangerous Method” (2011) û rêzefîlmê “Freud” (1984) jî qala jiyana yek ji zanyar û rewşenbîrên herî girîng ê sedala 20ê Sigmund Freudî dikin

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir