Ji fîlmê “Freud’s Last Session”ê wêneyê yekem hat
Fîlmê Matthew Brownî yê bi navê “Freud’s Last Session” qala demên dawî yên psîkanalîstê navdar Sigmund Freudî dike ku ji lîstika şanoyê ya Mark St. Germainî ji bo perdeya spî tê kêşandin. Lîstikvanê hoste Anthony Hopkins di fîlmê de bi rola Sigmund Freudî û Matthew Good jî bi rola nivîskar C.S Lewisî cih digirin û ji fîlmê “Freud’s Last Session”ê wêneyê yekem hat weşandin.
Hate ragihandin ku kêşana dawî ya fîlmê “Freud’s Last Session” li Îrlandayê didome û ji axaftinên Sigmund Freud û Matthew Goodî pêk tê, lê hêj dîroka vîzyonê nehatiye eşkerekirin. Jodi Balfour, Stephen Campbell Moore, Jeremy Northam û Orla Brady jî di fîlmê de lîstine.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com