Ji fîlmê “Furiosa”yê fragmana yekem hate weşandin

Piştî gelek salan ragihandin ku fîlmên nû yên hin rêzeyên fîlman dê di sala 2024ê de derbikevin li pêşberî temaşevanan. Fîlmê George Miller yê “Furiosa” jî yek ji van fîlman e û weke dewama rêzeya ‘Mad Max’ê hatiye kêşandin. “Furiosa”, qala dema berîya “Mad Max: Fury Road”ê (2015) dike û ji fîlmê fragmana yekem li ser kanala Youtubeê ya Warner Bros. Picturesê hate weşandin.

Senaryoya “Furiosa”yê George Miller, Nick Lathouris bi hev re nivîsandine ku Anya Taylor-Joy û Chris Hemsworth di fîlmê de weke serlîstikvan lîstikvan lîstine. Hatibû eşkerekirin ku fîlm dê di 24ê Gulana 2024ê de bikeve vîzyonê.  Fîlmê nû yê rêzeya Mad Maxê di sala 2022yê de li New South Walesa Awistiralyayê hate kêşandin û ji bo kêşana fîlmê bi tevahî 223 milyon dolar xerc kirine.*

Ji bilî fîlmê “Furiosa”yê, fîlmên nû yên rêzeyên fîlman ên wekî; “Alien”, “Planet of the Apes”, “Mad Max”, “The Lord of the Rings”, “Garfield, Kung Fu Panda”, “The Lion King”, “Deadpool”ê jî dê di mehên sala nû de bikevin vîzyonê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir