Ji fîlmê “Godzilla Minus One”yê fragman û afîş hatin weşandin

Fîlmê “Godzilla Minus One” ji alîyê Takashi Yamazki ve hate nivîsandin û kişandin ku di dema piştî şerê de diqewime. Fîlm, çîrokeke Japonyayê tîne li ser perdeya sînemayê û di heman demê de ji “Shin Godzilla”yê bi vir de (2016) yekem fîlmê xwecihî yê Japonyayê ye ku di rêzeya Godzillayê de cî digire. Ji fîlmê fragman û afîş hatin weşandin.

“Godzilla” cara yekem “1954ê de di fîlmê Japonyayî Ishirō Hondayî yê “Gojira” de derket holê û heta niha bi çêkerîya stûdyoya Tohoyê di 29 fîlman de cî girtin. Di navbera salên 1964-1975ê de hema hema her sal carekê fîlmekî Godzillayê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê.

“Godzilla Minus One” wê di 3yê Mijdarê de li Japonyayê û di 1ê Berfanbarê de jî li Amerîkayê bikeve vîzyonê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: