Ji fîlmê Hasan Demîrtaş ê “Veqetîn” postera yekem hate weşandin
Hasan Demîrtaş di sala 2017ê de belgefîlma xwe ya “You Name It” û herî dawî li Mêrdînê fîlmekî nû ya bi navê “Veqetîn” (Ayrılık/Separation) kişandin ku ev fîlm di heman demê de yekem fîlmê sêwirî yê metrajdirêj ê wî ye. Çend roj berê derhêner ragihandibû ku xebatên post produksiyonê yên fîlmê jî xilas kirine û îro ji fîlmê postera (sewyan/afîş) yekem li ser Instagramê hate weşandin.
Senaryoya fîlmê “Veqetîn” derhêner Hasan Demîrtaş bi xwe nivîsîye û Mehmet Alî Îzolû, Halîl Demîr, Çîçek Tekdemîr û Serbest Kalkan di fîlmê de weke serlîstikvan lîstine.
Derhêner û akademîsyenê kurd Hasan Demîrtaş heta niha gelek kurtefîlm û belgefîlm kişandine û fîlmê wî Festîvala Fîlman a Cannesê jî tê de, li bernameyên gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandayîn û ji gelek festîvalan xelat girtin.*
Di meha Avrêla 2021ê de me hevpeyvîneke bi derhêner Hesen Demîrtaş re kiribûn û li ser malpera Sînemaya Serbixwe weşandin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com