Ji fîlmê “Killers of the Flower Moon” fragmana yekem hate weşandin

Fîlmê derhênerê hoste Martin Scorsese yê “Killers of the Flower Moon” di dawîya sala 2022yê de ketiba vîzyonê, lê dîroka vîzyonê ya fîlmê hatibû bi paş ve xistin. Ji fîlmê nû yê Scorsese fragmana yekem li ser Youtubeê hate parvekirin.

Hate ragihandin ku fîlm dê di 6ê Cotmeha 2023yê de li hin salonên sînemayê û di 20ê Cotmehê de jî li hemû cîhanê bikeve vîzyonê. Fîlmê “Killers of the Flower Moon” piştî vîzyonê dê li ser platforma dîjîtal a Apple TV+yê jî bê nîşandan.

Fîlmê “Killers of the Flower Moon” ji romana David Grannî ji bo perdeya sînemayê lê hatiye anîn û qala hin çermsorên ku zarokên xwe ji bo xwendinê şandine li Ewropayê dike. Di fîlmê de lîstikvanên navdar ên wekî; Leonardo DiCaprio, Jesse Plemons, Lily Gladstone, Robert De Niro, Brendan Fraser jî dilîzin. Du sal berê ji fîlmê vîdyoyeke danasînê hatibû weşandin û ji bo fîlmê “Killers of the Flower Moon” nîşandana yekem lidarxistibûn. Hatibû ragihandin ji bo kêşana fîlmê 200 milyon dolar xerc kirine.

Senaryoya “Killers of the Flower Moon”ê ji aliyê Martin Scorsese û Eric Roth ve hate nivîsandin û promîyera xwe ya cîhanê li 76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê dike. Fîlm, bi çêkerîya Apple Original Filmsê hatiye kêşandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir