Ji fîlmê “Killers of the Flower Moon” fragmaneke nû hate parvekirin

Fîlmê derhênerê hoste Martin Scorsese yê bi navê “Killers of the Flower Moon” dê di 20ê Cotmehê de bikeve vîzyonê ku ji fîlmê fragmaneke nû hate weşandin. Fîlmê nû yê Scorseseyî, li bernameya 76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û eleqeyek mezin dît.

Fîlmê “Killers of the Flower Moon” ji romana wêjekar David Grannî ji bo perdeya sînemayê lê hatiye anîn û qala hin çermsorên ku zarokên xwe ji bo xwendinê şandine li Ewropayê dike. Di fîlmê de lîstikvanên navdar ên wekî; Leonardo DiCaprio, Jesse Plemons, Lily Gladstone, Robert De Niro, Brendan Fraser jî dilîzin. Du sal berê ji fîlmê vîdyoyeke danasînê hatibû weşandin û ji bo fîlmê “Killers of the Flower Moon” nîşandana yekem lidarxistibûn. Hatibû ragihandin ji bo kêşana fîlmê 200 milyon dolar xerc kirine.

Senaryoya “Killers of the Flower Moon”ê ji aliyê Martin Scorsese û Eric Roth ve hate nivîsandin û promîyera xwe ya cîhanê li 76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê dike. Fîlm, bi çêkerîya Apple Original Filmsê hatiye kêşandin.

“Killers of the Flower Moon” di dawîya sala 2022yê de ketiba vîzyonê, lê dîroka vîzyonê ya fîlmê hatibû bi paş ve xistin. Hatibû ragihandin ku fîlm dê di 6ê Cotmeha 2023yê de li hin salonên sînemayê û di 20ê Cotmehê de jî li hemû cîhanê bikeve vîzyonê. Fîlmê “Killers of the Flower Moon” piştî vîzyonê dê li ser platforma dîjîtal a Apple TV+yê jî bê nîşandan.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: