Ji fîlmê “Killers of the Flower Moon”ê destpêkeke baş
Fîlmê derhênerê hoste Martin Scorsese yê “Killers of the Flower Moon” di 20ê Cotmehê de ket vîzyonê û li gîşeya Amerîkayê destpêkeke bihêz kir. Li gorî daneyên dawî yên Box Officeê ya DYAyê “Killers of the Flower Moon” bi tenê di sê rojan de li gîşeya Amerîkayê 23 milyon dolar qezenc kir û bû duyemîn. Fîlm, li gîşeyên derveyî Amerîkayê 21 milyon dolar bi dest xist.
Li gorî daneyên Box Officeê ya DYAyê fîlmê Sam Wrenchî yê “Taylor Swift: The Eras Tour” di dawîya hefteyê de li gîşeya Amerîkayê bi 31 milyon dolarî ji nû ve bû yekemîn û lê li gorî hefteya borî li vîzyonê hejmarên temaşevanên fîlmê kêm bûye. Fîlm, di hefteya xwe ya duyemîn de bi tevahî gihîşt 130 milyon dolarî û li derveyî Amerîkayê jî 10.5 milyon dolar qezenc kir.
Fîlmê “Exorcist: Believer” bi 5.6 milyon dolarî bû sêyemîn û “Paw Patrol: The Mighty Movie” bi 4.5 milyon dolarî bû çaremin. “The Nightmare Before Christmas” jî bi 4.1 milyon dolarî di rêza pêncemîn de cihê xwe girt.*
Mehek berê ji fîlmê “Killers of the Flower Moon”ê fragmana fermî ya sêyemîn hatibû parvekirin û promîyera xwe ya cîhanê li bernameya 76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê kiribû.
“Killers of the Flower Moon” ji romana wêjekar David Grannî ji bo hunera sînemayê lê hatiye anîn û qala hin çermsorên ku zarokên xwe ji bo xwendinê şandine li Ewropayê dike. Lîstikvanên navdar ên wekî; Leonardo DiCaprio, Jesse Plemons, Lily Gladstone, Robert De Niro, Brendan Fraser jî di fîlmê de lîstine. Du sal berê ji fîlmê vîdyoyeke danasînê hatibû weşandin û ji bo fîlmê “Killers of the Flower Moon” nîşandana yekem lidarxistibûn. Hatibû ragihandin ji bo kêşana fîlmê 200 milyon dolar xerc kirine.
Senaryoya “Killers of the Flower Moon”ê ji aliyê Martin Scorsese û Eric Roth ve hate nivîsandin û li 76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê hatibû nîşandayîn. Fîlm, bi çêkerîya Apple Original Filmsê hatiye kêşandin û piştî vîzyonê dê li ser platforma dîjîtal a Apple TV+yê jî bê nîşandan.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayserbixwe.com