Ji fîlmê “Killers of the Flower Moon”ê fragmana fermî ya sêyemîn hate weşandin

Fîlmê derhênerê hoste Martin Scorsese yê “Killers of the Flower Moon” dê di 20ê Cotmehê de derbikeve li pêşberî sînemahezan ku ji fîlmê fragmana fermî ya sêyemîn hate parvekirin. Fîlmê nû yê Scorseseyî, promîyera xwe ya cîhanê li bernameya 76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê kir û eleqeyek mezin dît. Di meha Gelawêjê de du afîşên nû yên “Killers of the Flower Moon”ê jî hatibûn weşandin.

“Killers of the Flower Moon” ji romana wêjekar David Grannî ji bo hunera sînemayê lê hatiye anîn û qala hin çermsorên ku zarokên xwe ji bo xwendinê şandine li Ewropayê dike. Lîstikvanên navdar ên wekî; Leonardo DiCaprio, Jesse Plemons, Lily Gladstone, Robert De Niro, Brendan Fraser jî di fîlmê de lîstine. Du sal berê ji fîlmê vîdyoyeke danasînê hatibû weşandin û ji bo fîlmê “Killers of the Flower Moon” nîşandana yekem lidarxistibûn. Hatibû ragihandin ji bo kêşana fîlmê 200 milyon dolar xerc kirine.

Senaryoya “Killers of the Flower Moon”ê ji aliyê Martin Scorsese û Eric Roth ve hate nivîsandin û li 76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê hatibû nîşandayîn. Fîlm, bi çêkerîya Apple Original Filmsê hatiye kêşandin.

“Killers of the Flower Moon” di dawîya sala 2022yê de ketiba vîzyonê, lê dîroka vîzyonê ya fîlmê hatibû bi paş ve xistin. Ragihandin ku fîlm dê di 6ê Cotmeha 2023yê de li hin salonên sînemayê û di 20ê Cotmehê de jî li seranserê cîhanê bikeve vîzyonê. Fîlmê “Killers of the Flower Moon” piştî vîzyonê dê li ser platforma dîjîtal a Apple TV+yê jî bê nîşandan.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: