Ji fîlmê “Kingdom of the Planet of the Apes”ê fragmana yekem û afîş hatin weşandin

Fîlmê derhêner Wes Ballî yê “Kingdom of the Planet of the Apes” weke dewama rêzeya ‘Planet of the Apes’ê (Dojeha Meymûnan) hatiye kêşandin û qala çîroka komeke meymûnan dike. Di fîlmê de hejmara koma meymûnan ji dema Caeserê bi vir de zêde dibe û mirovan weke hov têne nîşandayîn. Ji fîlmê “Kingdom of the Planet of the Apes”ê fragmana yekem û afîş li ser hesabên Youtubeê yên 20th Century Studios û Disneyê hatin weşandin.

“Kingdom of the Planet of the Apes” di heman demê de fîlmê dawîn ê sêbareyekê ye ku bi fîlmê “Dawn of the Planet of the Apes” (2014)  re destpê kiribû û bi fîlmê “War of the Planet of the Ape” (2017) re berdewam kiribû. Senaryoya fîlmê Josh Friedman, Rick Jaffa, Amanda Silver, Patrick Aison bi hev re nivîsandine û lîstikvanên wekî William H. Macy, Owen Teague, Freya Allan, Peter Macon, Eka Darville, Dichen Lachman û Kevin Durand di fîlmê de lîstine.

Di fîlmê de hejmara koma meymûnan ji dema Caeserê bi vir de zêde dibe û mirovan weke hov têne nîşandayîn. Serokekî meymûnan dixwaze rêçên teknolojîya mirovan bibîne û komên din kole dike. Meymûnekî jî ji ber bindestîya qebîleya xwe, bi jineke ciwan a mirovan re derdikeve rêwîtîyekê. Di rêwîtîyê de dixwazin bigihijîn azadîyê.

Fîlmê “Kingdom of the Planet of the Apes”  sala par li Sydneya Awistiralyayê hate kêşandin û tê plankirin ku dê di 24ê Gulana 2024ê de bikeve vîzyonê. Fîlmên rêzeya ‘Planet of the Apes’ê îlhamên xwe ji pirtûka pevxistina zanistî ya wêjekarê navdar Pierre Boulleyî yê bi heman navê girtine ku di sala 1963yê de hatibû weşandin. Yekem fîlmê rêzeyê di sala 1968ê de bi navê “Planet of the Apes” re derketibû li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d