Ji fîlmê “Kuolleet lehdet”ê fragmaneke nû hate weşandin

Fîlmê derhênerê navdar Akî Kaurîsmäkî yê “Kuolleet lehdet” (Fallen Leaves) li ser derdê debarê û tenêtîyên Ansa û Holappayî disekine. Holappa karkerê avahîyê ye û Ansa di marketeke mezin de dixebite. “Kuolleet lehdet” fîlmê dawî yê rêzeya çîna karkeran e û ji fîlmê fragmaneke nû hate weşandin.

Senaryoya fîlmê jî derhênerê navdar ê Fînlendayî Akî Kaurîsmäkî bixwe nivîsîye ku tê de lîstikvanên wekî Alma Pöysti, Jussi Vatanen, Alina Tomnikov lîstine. “Kuolleet lehdet” di 14ê meha Îlonê de li Almanyayê ket vîzyonê, ji alîyê Federasyona Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî (FIPRESCI) ve weke ‘Fîlmê Herî Serketî yê Salê’ hate hilbijartin û ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê ‘Xelata Taybet a Jurîyê’ girt.

Fîlmên din ên rêzeya çîna karkeran ji fîlmên “Shadows in Paradise” (1986), “Ariel” (1988), “The Match Factory Girl” (1990) pêk tê. Derhênerê hoste Akî Kaurîsmäkî bi fîlmê xwe yê “Other Side of Hope” (2017) re jî ji FIPRESCIyê xelat girtibû.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com 

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir