Ji fîlmê “La Bonne Épouse” fragmanên nû hatin weşandin

Ji fîlmê “La Bonne Épouse”, du fragman hatin weşandin û hate ragihandin ku fîlm dê di 11’ê meha Adarê de li Fransayê bikeve vîzyonê. “La Bonne Épouse” ji aliyê Martin Provost ve hatiye kişandin, qala çîroka jiyana mamoste û rêvebereke bi navê Paulette Van Der Beckê (Juliette Binoche) dike û hêvî û hewlên jinan ên ku ji bo jiyaneke azad, nîşan dide.

Derhêner û senarîst Martin Provost bi fîlmên xwe yên; “ea: A Young Emmanuelle” (1976), “Tortilla y Cinema” (1997), “Le ventre de Juliette” (2003), “Séraphine” (2008), “The Long Falling” (2011) “Violette” (2013), “The Midwife” (2017), “J’ai Peur Du Noir” (Kurtefîlm) ve tê naskirin.

Mijara fîlmê “La Bonne Épouse” (How to Be a Good Wife), di sala 68’ê de li Fransayê diqewime û li ser guherîn û veguherînên civakê disekine. Di nava lîstikvanên fîlmê de; lîstikvana navdar a Fransayê Juliette Binoche û lîstikvanên Yolande Moreau, Edouard Baer, Noémie Lvovsky, François Berléand û Marie Zabukovec jî cih digirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: