Ji fîlmê “La Dea Fortuna” fragman hate weşandin
Fîlmê nû yê Derhênerê navdar Ferzan Ozpetek’ê ji “La Dea Fortuna” ve yekem fragman hate weşandin û têde Stefano Accorsi, Serra Yilmaz, Jasmine Trinca û Edoardo Leo jî dilîzin.
Senaryoya fîlmê “La Dea Fortuna” ji aliyê Ferzan Ozpetek, Gianni Romoli û Silvia Ranfagni ve hatiye nivîsandin û qala jiyanên jin û mêrek queer û zarokên wan dike. Fîlm li Îtalyayê dê di 19’ê meha Berfanbarê de bikeve vîzyonê.
Ferzan Ozpetek weke dawî fîlmê “Napoli Velata” kişandibû.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com