Ji fîlmê “Les misérables” fragman hate weşandin

Ji fîlmê “Les misérables”ê ku qala bûyerên li Parîsê û çîroka Stéphaneyî dike, fragman hate weşandin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Filmloverss’ê de cih digire, ji fîlmê “Les misérables” yê derhênerê Malîyî Ladj Lyê ku qala bûyerên li Parîsê dike, fragmaneke hate weşandin.

“Les misérables” yekem fîlmê dirêj e ku ji aliyê derhêner Ladj Ly ve hatiye kişandin. Fîlm, di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de Xelata Juriya Taybet girtibû û ji aliyê Frensayê ve ji bo Oscarê weke berendam hate nîşandan.

Mijara fîlmê “Les misérables” di sala 2005an de li yek ji taxên berbajarên ku çîna Karkeran têde dijîn, diqewime.

Di “Les misérables” de lîstikvanên wekî; Damien Bonnard, Alexis Manenti, Djebril Zonga, Steve Tientcheu û Jeanne Balibar cih digirin û fîlm, li Tirkiyeyê dê di 24’ê Rêbendana 2020’ê de bikeve vîzyonê.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: