Ji fîlmê “Let Them All Talk” fragmana yekem hat weşandin
Derhênerê navdar ê Amerîkayê Steven Soderbergh, ji bo platforma dîjîtal a HBOyê fîlmekî nû yê bi navê “Let Them All Talk’” kişand û ji fîlmê fragman û wenêyên nû hate weşandin. Di fîlmê de lîstikvanên wekî Meryl Streep, Candice Bergen, Diane Wiest, Lucas Hedges, Gemma Chanê cih digirin.
Li gorî nûçeya ku di malpera kovara sînemayê ya Altyazı’yê de hatiye weşandin, derhênerê navdar Steven Soderbergh, ji bo platforma dîjîtal a rêzefîlm û fîlman ya HBOyê fîlmekî nû yê bi navê “Let Them All Talk’” kişand û ji fîlmê fragman û wenêyên nû hate weşandin. Di fîlmê de lîstikvanên wekî Meryl Streep, Candice Bergen, Diane Wiest, Lucas Hedges, Gemma Chanê jî lîstine û hat ragihandin fîlmê nû dê di payîzê de li ser platforma HBO Maxê derbikeve li pêşberî temaşevanan.
Kêşana fîlmê “Let Them All Talk’”ê sala par hatibû dest pê kirin û di kadroya fîlmê de lîstikvana navdar Meryl Streep jî cih digire. Fîlmê nû qala nivîslareke navdar dike ku bi dostên xwe yên kevn re derdikeve rêwîtiyekê û dixwaze ku êş û kulên rabirdûyê baş bike. Senaryoya fîlmê ji aliyê Deborah Eisenberg ve hatiye nivîsandin û çîroka wê li ser mijarên hevaltî û baweriyê disekine.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com