Ji Fîlmê “Lighthouse” fragmanek nû hate weşandin
Ji fîlmê “The Lighthouse” yê Robert Eggers’ê fragmanek nû hate weşandin. Di fîlmê “The Lighthouse” de, Lîstikvanên wekî Willem Dafoe, Valeriia Karaman û Robert Pattinson cih digirin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Filmlovers.com’ê de cih digire Ji fîlmê “The Lighthouse” yê Robert Eggers’ê fragmanek hate weşandin.
Cureya Fîlmê “The Lighthouse”yê fantastik-tirs e û weke Reş-Spî hate kişandin. Fîlm li bernameya 72’yemîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Cannesê hatibû nîşandan, ji aliyê temaşevanan gelek hate ecibandin.
Senaryoya fîlmê “The Lighthouse”yê ji aliyê Robert Eggers û Max Eggers ve hatiye nivîsandin. Derhêner Robert Eggers bi yekem fîlmê xwe ya “The Witch” ve tê naskirin.
“The Lighthouse” qala çîroka jiyana Zêrevanekî fonasa deryayê re dike û di salên 1890an derbas dibe. Fîlmê “The Lighthouse” li DYAyê (Amerîka) dê di dîroka 18’ê meha Cotmehê (Kewçer) de bikeve vîzyonê û dê di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê de bê nîşandan.
Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com