Ji fîlmê “Maestro”ê fragmaneke nû hat

Fîlmê “Maestro” ji alîyê Bradley Cooper ve hate kêşandin û behsa jiyana şefê orkestrayê yê navdar Leonard Bernsteinî dike. Ji fîlmê platforma dîjîtal a Netflixê fragmana yekem hate parvekirin ku dê di 20ê Berfanbarê de li ser Netflixê bê nîşandayîn. Tê texminkirin ku fîlmê nû dê li Xelatên Oscarê û li festîvalên fîlman ên din bikeve pêş.

Senaryoya fîlmê jî Bradley Cooper û Josh Singer bi hev re nivîsandine ku çîroka jiyana şefê orkestrayê û bestekarê navdar ê Amerîkayî Leonard Bernsteinî tîne li ser perdeya sînemayê. Bradley Cooper û Carey Mulligan di fîlmê de weke serlîstikvan cî girtine. Bradley Cooper, Martin Scorsese, Steven Spielberg, Kristie Macosko Krieger, Fred Berner û Amy Durningî bi hev re çêkerîya fîlmê kirine.

Leonard Bernstein di heman demê de aktîvîstê mafên sîvîl û nivîskar bû, muzîkên “West Side Story” û “On the Waterfront”ê çêkirine.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d