Ji fîlmê “Maria”yê wêneyên ewil hatin weşandin

Derhênerê hoste yê Şîlîyî Pablo Larraín dest bi kêşana fîlmê xwe yê “Maria”yê kir. Fîlm, çîroka jiyana sopranoya navdar a yewnan Maria Callasê tîne li ser perdeya spî, lîstikvanên navdar Angelina Jolie (Maria Callas) û Halûk Bîlgîner (Aristotle Onassis) tê de weke serlîstikvan dilîzin. Ji fîlmê wêneyên ewil hatin weşandin. Tê texmînkirin ku fîlm dê di mehên Bihara 2024ê de bikeve vîzyonê.

Senaryoya “Maria”yê ji alîyê Steven Knight ve hate nivîsandin û amadehîyên produksiyona fîlmê li bajarê Budapeştê destpê kiribû. Mijara fîlmê di salên 1970an de derbas dibe û li ser rojên dawî yên sopranoya navdar Marîa Callasê bisekine. Hunermend Maria Callas, di fîlmê derhênerê mezin ê dîroka hunera heftemîn ê Pier Paolo Pasolînî yê “Medea” (1969) de lîstibû.

Derhêner û çêkerê fîlman Pablo Larraín, li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî “Jackie”, “Neruda”, “Spencer”, “Ema”, “The Club”, “Post Mortem”, “No”, “Tony Manero” ve tê naskirin.

Çavkanî: İndie Wire

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: