Ji fîlmê “Martin Eden” yekem fragman hate weşandin
Ji fîlmê “Martin Eden” ku ji aliyê Derhênerê navdar ê Îtalî Pietro Marcello re hatiye kişandin, yekem fragman hate weşandin û têde lîstikvanên wekî; Luca Marinelli, Jessica Cressy, Vincenzo Nemolato û Marco Leonardi cih digirin.
Fîlmê “Martin Eden” ji Romana Wêjekar û Nivîskarê navdar ê Markîstê Amerîkayî Jack London’ê ji bo sînemayê lê hatiye anîn û senaryoya fîlmê ji aliyê Pietro Marcello û Maurizio Braucci ve hatiye nivîsandin. Fîlmê Martin Eden qala çîroka ciwanekî ji Çîna Karkeran e ku dixwaze bibe nivîskar, re dike.
Lîstikvanê fîlmê Martin Eden’ê di bernameya 76’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de Xelata Lîstikvanê Herî Serketî wergirt û fîlm 44’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî Torontoyê de Xelata Platformê wergirt.
Çavkanî: Gazete Duvar
Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com