Ji fîlmê “Mickey 17” kurtefragman hate weşandin

Fîlmê derhênerê navdar Bong Joon-ho yê “Mickey 17” wê di 29ê Adara 2024ê de bikeve vîzyonê ku ji fîlmê vîdyoya yekem li ser hesabê twittirê yê pargîndayîya fîlman a Warner Bros. Picturesê hate weşandin. “Mickey 17” ji romana pevxistina zanistî ya wêjekar Edward Ashtonî ji bo perdeya spî lê hatiye anîn û senaryoya fîlmê jî Bong Joon-ho bi xwe nivîsîye.

Robert Pattinson (serlîstikvan), Mark Ruffalo, Toni Collette, Steven Yeun, Naomi Ackie di fîlmê de lîstine. “Mickey 17” qala çîroka Mickeyî dike ku wî ji bo kolonîkirina cîhana cemedê ya Nilfheimê rêdikin kişfa fezayê û dikeve rêwîtiyeke xeternak.

Derhêner Bong Joon-ho bi fîlmê xwe yê “Parasite” (2019) re ji Xelatên Oscarê ‘Xelatê Fîlmê Herî Serketî’, ‘Derhênerê Herî Serketî’ û ‘Senaryoya Resen a Herî Serketî’, ji Festîvala Fîlman a Cannesê Palmîyeya Zêrîn, ji Xelatên Girovera Zêrîn Xelata ‘Fîlmê Herî Serketî’ (di Zimanê Biyanî de), ji BAFTAyê Xelatên ‘Fîlmê Herî Serketî’ (di Zimanê Biyanî de) û ‘Senaryoya Resen a Herî Serketî, ji Xelatên Césarê ‘Fîlmê Herî Serketî’ (di Zimanê Biyanî de) girtibû. Fîlm, li bernameya gelek festîvalên fîlman hatibû nîşandan û ji gelek festîvalên fîlman ên din hatibû xelatkirin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir