Ji fîlmê “Miss Marx”ê fragmana yekem hat weşandin

Jiyana keça herî piçûk a rewşenbîr û nivîsakarê mezin ê cihanê Karl Marxî ya Eleanorê, bi navê “Miss Marx” bû fîlmê sînemayê û ji fîlmê fragmana yekem hate weşandin.

Li gorî nûçeya ku di malpera sînemayê ya Variety.com’ê de cih digire, ji fîlmê “Miss Marx”ê ku qala jiyana keça Karl Marxî dike fragmana yekem hat weşandin.

Fîlmê “Miss Marx”ê qala jiyana keça herî piçûk a rewşenbîr û nivîskarê mezin ê cîhanê Karl Marxî dike û ji fîlmê dîmena yekem hate weşandin. Eleanorê keça Karl Marxî ye û yek ji wan jinan e ku femînizmê û sosyalîznê bi hev ve girêdaye. Eleanorê ji bo mafên karkeran û ji bo rakirina karkeriya zarokan têdikoşe. Di sala Eleanor Marx û Edwar Aveling hevûdu nas dikin û ji hev hez dikin

“Miss Marx” ji aliyê derhêner Susanna Nicchiarelli ve hatiye kişandin û lîstikvanên wekî Romola Garai, Patrick Kennedy, Philip Gröning jî di fîlmê de lîstine.

Fîlm, dê di çarçoveya beşa Pêşbirka Bingehîn ya 77’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de bê nîşandan û dê ji bo Xelata Şêrê Zêrîn bikeve pêşbaziyê.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir