Ji fîlmê “Mulan” fragman û afîşeke nû hat weşandin

Ji fîlmê “Mulan” ku qala jiyana çîroka şerkereke efsaneyî ya Çînî dike, fragman û afîşeke nû hate weşandin.

Ji fîlmê bi navê “Mulan” ku qala jiyana çîroka şerkereke efsaneyî ya Çînî dike, fragman û afîşeke nû hate weşandin. “Mugan” ji aliyê Niki Caro ve hat kişandin û senaryoya fîlmê Lauren Hynek, Rick Jaffa, Elizabeth Martin, Amanda Silver bi hev re nivîsîne. “Mulan” projeyeke ya platforma Disneyê ye û ji helbesta “The Ballad of Mulan”ê îlhama xwe digire.

Mijara fîlmê “Mulan” li ser jiyana çîroka şerkereke efsaneyî ya Çînî ye û di fîlmê de jina ciwan a bêtir ji bo malbat û welatê xwe têdikoşe û wê di heman demê de, heta niha tê zanîn ku şerkera herî serketî ya Çînê ye.

Di fîlmê efsanewî ya “Mulan”ê de lîstikvanên wekî; Yifei Liu, Donnie Yen, Jason Scott Lee, Yoson An, Gong Li û Jet Li dilîzin. Fîlmê “Mulan” li Fransayê dê di dîroka 25’ê Adarê de bikeve vîzyonê.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir